İbrahim Atmaca
21 Hezîran 2020•Rojanekirin: 22 Hezîran 2020
Li Elezîzê gur ketin hevşî, 22 mih xeniqandin, 7 mih birîndar kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Hîcretê ya li ser navendê, ser kuçeya Pinarbaşiyê gur ketin hevşiyê Nîhat Gulbasan. Di hevşî da 100 mih hebûn.
Guran 22 mih xeniqandin, 7 mih jî birîndar kirin.
Mixtarê taxê Murat Gulbasan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gur şeveqa sibê hatin taxê û ketin hevşiyê birayê wî.
Gulbasan diyar kir, serê sibê wexta ew ketin hevşî ku alif bidin heywanan, wan rewş ferq kir û wiha dewam kir, "Mixabin guran 22 mih xeniqandine, 7 mih jî birîndar kirine. Birayê min ev heywan bi deyn kirîbûn, wê di eyda qurbanê da bifrota, lê bûyereke wiha rû da."
Gulbasan got ku piştî vê bûyerê şêniyên taxê tirsiyan.