Li Elezîzê 169 rêyên gundan ên ji ber berfê hatibûn girtin hatin vekirin
Elazig
Li Elezîzê ji 344 rêyên gundan ên ji ber berf û pûkê hatibûn girtin 169 jê hatin vekirin.
Li gor agahiya ji Midûriya Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan ji bo vekirina rêyên gundan ên ku piştî berfa li tevahiya bajêr hat hatin girtin bi 90 wesayît û 120 xebatkaran va bênavber xebat tên kirin.
Di çarçoveya xebatan da ji 344 rêyên gundan ên girtî 169 jê hatin vekirin.
Ekîb ji bo vekirina rêyên din ên girtî xebatên xwe didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
