Li Edirneyê otomobîlek li darê qelibî, 5 kes mirin û kesek birîndar bû

Edirne
Li Uzunkopruya navçeya Edirneyê otomobîl li darê qelibî, 5 kes mirin û kesek birîndar bû.
Otomobîla bi plakaya 22 AC 267 a ku Muhammet Ç. diajot û ji bajaroka Kircasalihê ber bi îstiqameta navçeya Uzunkopruyê diçû nêzî xaçerêya Yenîkoyê ji bariyeran derbas bû û li darê qelibî.
Li ser îxbara kesên hawirdor ekîbên tenduristiyê hatin herêmê û ekîban tesbît kir ku Arîf O, Kubra O. û Yasemîn Ç. mirine.
Ekîbên tenduristiyê ajokar Muhammet Ç, Muhammed Ozcan Ç. (1) û Yaren Naz Ç. (10) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Uzunkopruyê.
Ji birîndaran Muhammed Ozcan Ç. û Yaren Naz Ç. digel midaxeleyan bi ser xwe va nehatin û mirin.
Tedawiya ajokar dewam dike.
Waliyê Edirneyê Yunus Sezer hat cihê qezayê û ji Qaymeqamê Uzunkopruyê Onur Kokçu, Midûrê Ewlehiya Edirneyê Onur Karaburun, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Albay Mehmet Kasim Ermîş û Midûrê Tenduristiya Bajêr Îshak Yildirim agahî hildan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.