Jiyan

Li Edeneyê otobêsa rêwiyan welgeriya, 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn

Fatih Azgın  | 20.03.2026 - Rojanekırın : 20.03.2026
Li Edeneyê otobêsa rêwiyan welgeriya, 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn

Adana

Li Kozana navçeya Edeneyê otobêsa rêwiyan welgeriya, 2 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Otobêsa şirketa Kamîl Koç a ku şofêrê wê H.K. (46) û plaqeya wê 06 CFK 896 ya ku sefera Enqere-Osmaniyeyê dikir li Taxa Arslanliyê ya navçeya Kozanê welgeriya.

Li ser cawdayînê ekîbên cendirme, agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku ji rêwiyan Ayla Dogan (50) û İlknur Anaç (40) mirine.

Ekîban bi ambulansan 23 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê.

Piştî qezayê şofêrê otobêsê hat binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın