Jiyan

Li Dêrikê daweşandin û berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Halil İbrahim Sincar, Bestami Bodruk  | 19.10.2021 - Rojanekırın : 29.10.2021
Li Dêrikê daweşandin û berhevkirina zeytûnan dest pê kir

Mardin

 Li Dêrika navçeya Mêrdînê daweşandina zeytûnan dest pê kir û di nav darên zeytûnan da darên sedsale hene.

Ji bo zeytûnên Dêrikê Walîtiya Mêrdînê, Qaymeqamtî, Îdareya Pêşketinê ya Herêma GAPê, Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê û midûriyên Bajar û Navçeyan ên Çandinî û Daristanê piştgiriyeke girîng dan.

Bi xîreta hilberînerên Dêrikî jî di çar salên dawîn da nêzî 35 hezar û 500 fîdan û dar hatin danîn, ji bo ku hilberîn zêde bibe jî bi pêşengiya Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Evren Çakir projeyên nû tên amadekirin.

Rûnê ku ji zeytûnên dêrikê tê derxistin bi marqeya şirketeke taybet va ji Îngiltereyê ra tê şandin. Pêrar piştî ku rûnê zeytûnên Dêrikê di "Pêşbaziya Rûnê Zeytûnan ên Navneteweyî ya Londrayê" da madalyona zêr qezenc kir, paşê jî li Japonyayê di "Pêşbaziya Navneteweyî ya Japon Prize"yê da xelata duyemtiyê hilda, kiryarên zeytûnên Dêrikê û rûnê wan zêde bûn.

Li ser 11 hezar û 661 dekarî 165 hezar û 200 darên zeytûnan hatine danîn. Di nav van da cureyên xalxalî, zoncikî, gulekî, bellotî û melkabaz hene. Hilberîneran vê gavê dest bi daweşandina zeytûnan kiriye.

Hilberîner serê sibê radibin û zeytûnan dadweşînin û bi rêbazên kevnare va zeytûnan digirin.

Ji ber ku darên zeytûnan salekê zêde zeytûnan didin salekê jî kêm didin, îsal sala "nebûnê ye". Lê digel vê li navçeyê îsal 500 ton zeytûn tê payîn. Daweşandina zeytûnan wê di dawiya cotmehê da kuta bibe.

Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Evren Çakir ji nûçegihanê AAyê ra got ku li navçeyê daweşandina zeytûnan dest pê kir.

Çakir daxuyand ku qîmeta zeytûnan pir zêde ye û seba welatiyên navçeyê deriyekî girîng ê debarê ye û ew jî ji her alî va piştgriyê didin cotkaran.

Ji hilberînerên navçeyê Zeynep Salimê (48) daxuyand ku jiyana wê di baxçeyên zeytûnan da derbas bû.

Salimê got, "Ez li baxçeyê zeytûnan hatim dinyayê, mezin bûm, li baxçeyê zeytûnan zewicîm. Dema em keçikan didin mêr û bûkan tînin jî dipirsin bê ka 'Darên wan ên zeytûnê hene?'." û daxuyand ku di hilberîna zeytûnan da ya zehmet daweşandin û berhevkirina wan e.

Salimê wiha dewam kir, "Berhevkirina wan merivan pir diwestîne, mehekê dewam dike, em kedeke mezin didinê. Wexta ku navdar nebûbû hêsan bû, vêga ji her derê dixwazin. Em zeytûn û rûnê wan heta dervayî welêt dişînin. Jiyana me di nav zeytûnan da derbas bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın