Jiyan

Li Diyarbekirê êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî hat protestokirin

Ömer Yasin Ergin, Aydın Arik  | 04.10.2025 - Rojanekırın : 06.10.2025
Li Diyarbekirê êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî hat protestokirin Ömer Yasin Ergin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê êrîşa dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî ya ku ji bo şikandina dorpêçiya Îsraîlê û gihandina alîkariya însanî ber bi Xezeyê va derket rê betek hat nîşandan.

Di destê beşdarvanên ku bi pêşîkêşiya saziyên civakî yên sivîl li Meydana Dagkapiyê ya li navçeya Yenîşehîra navend kom bûn alayên Filistînê hebûn.

Komê tekbîr anîn û dirûşmeyên dijî Îsraîlê berz kirin û di destê wan da pankartên li serê "Rêya me Xeze barê me hêvî, em ji Fîloya Sumûdê ra silavên xwe dişînin" nivîsandîbû hebûn.

Mehmet Alî Zeybekê xaziyê Mavî Marmarayê di axaftina xwe ya vir da diyar kir ku kesên di Fîloya Sumûdê da pîroz dikin.

Zeyber got ku Îsraîl li Xezeyê mezlûman qetil dike û wiha axivî:

"Xwedê ji kesên ku dijî vê zilmê serî hildan, daketin kolanan, li keştiyan siwar bin razî be. Em ji bo Sumûdê ji bo mîsyona Sumûdê tên ba hev. Ev rihê berxwedanê ye. Sumûd navê serhildana dijî zalim û zilmê ye."

Nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatî beşdarî bernameyê bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.