Jiyan

Li Diyarbekirê piştî barana gur hîlberîna nîskên sor zêde bû

Ahmet Kaplan  | 19.06.2022 - Rojanekırın : 20.06.2022
Li Diyarbekirê piştî barana gur hîlberîna nîskên sor zêde bû

Diyarbakir

 Li Diyarbekira yek ji wan bajarên herî girîng ê Tirkiyeyê yên çandinî zêdetir tê kirin piştî barana gur hîlberîna nîskên sor zêde bû.
Ji ber ku bihayê nîskan li gor den û dexlên din kêm e îsal li bajêr cotkaran nîskên sor zêdetir reşand, li gor par çandiniya nîskan ji sedî 35 zêde bû û derkete 732 hezar dekarî.

Di meha nîsan û gulanê da jî baran zêde barî û rûyê cotkaran keniya.

- "Îsal qada me ya çandiniya nîskan ji sedî 35 zêde bû."

Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Mustafa Ertan Atalar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Diyarbekirê ji sedî 80 çandiniya nîskan qediya.

Atalar got par ji ber hişkayiyê di çandiniya nîsakan da bajêr li Tirkiyeyê daketibû rêza duyem a bajarê herî zêde nîsk lê tê berhevkirin, lê îsal ew texmîn dikin ku wê dîsa bibin bajarê yekem.

Atalar wiha axivî: "Îsal qada me ya çandiniya nîskan ji sedî 35 zêde bû. Ji ber vê berhevkirin jî wê zêde be. Cotkarên me gelekî kêfxweş in. Li gor lêkolînên me di dekarê da 100 û 200 kîlo tê berhevkirin. Li gor hîlberînê wê di navbera 110-120 hezar tonî da rekolte wê bê bidestxistin."

- Cotkar kêfxweş in

Cotkar Advan Kaplanê li Bismîlê çandiniya nîskan dike jî got par li ser zeviya xwe ya 300 donimî wî genîr berhev kir, lê hişkayiyê zêde tesîr lê kir.

Kaplan got ji ber ku bihayê wê kêm e îsal wî nîsk reşandiye û wiha dewam kir: "Şikir ji Xwedê ra îsal baş e. Nîsanê hişkayî hebû, me digot qey wê serê dekarê 100-110 kîlo nîsk wê bidestxistin. Lê di dawiya nîsanê da barana ku barî û dewam kir va em niha serê dekarê di navbera 170-180 kîlo nîsk berhev dikin."

Cotkar Mehmet Yildirim jî got wî şer eraziyekî 900 donimî nîsk reşandiye, par wî serê dekarê 70 kîlo nîsk berhev kiriye lê îsal zêdetir e û wiha axivî: "Niha serê dekarê em 180-190 kîlo berhev dikin. Ev pir baş e, rehmeta Xwedê ye. Li gor par jî biha baştir e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın