Jiyan

Li Diyarbekirê li ser daxwaza mişteriyan qedayîfa ku rêjeya şekirê wê ji sedî 80 kêm e hat çêkirin

Ahmet Kaplan  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 13.08.2025
Li Diyarbekirê li ser daxwaza mişteriyan qedayîfa ku rêjeya şekirê wê ji sedî 80 kêm e hat çêkirin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê şirketeke ku şêraniyan çêdike qedayîfa ku rêjeya şekirê wê ji sedî 80 hatiye kêmkirin çêkir.

Xwediyê şirketê Murat Altunhan li kargeha xwe ya 3 hezar û 500 mêtroqereyî ya li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê qedayifa bifistiq û badayî ya bigûz ya ku ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirkiyeyê va hatiye tescîlkirin çêdike û difroşe.

Ji bilî van, ew qedayifa bişîr, bito, bipenêr, sade û ya dirêj jî çêdike.

Li ser daxwaza mişteriyan ên ku şekir zêde hez nakin Altunhan qedayifa ku şekirê wê ji sedî 80 kêmtir û di hûndirê wê da ji sedî sed fistiq heye amade kir.

Ji ber ku mişteriyan gelekî jê hez kir, Altunhan vê qedayîfa ku rojê 2 sinî dida çêkirin derxist 20 siniyan.

Altunhan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand malbata wî ji sala 1907an vir va şêraniyê çêdike, ew ji nifşa çaran e û 45 sal e vî karî dike û guh didin daxwazên mişteriyên xwe.

Altunhan anî ziman ku hin mişteriyan ji wan xwestiye ku şekirê qedayîfê bila kêm be û ew jî bi endezyarê xurekê şêwirîne û paşê wan qedayîfa kêmşekir çêkiriye.

Ji mişteriyan Mehmet Burçluhanê 80 salî jî got ew şêraniyê gelekî hez dike, lê dema ew ciwan bû wî zêdetir dixwar û ew ê êdî bikaribe ji vê şêraniyê bixwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın