Li Diyarbekirê li ber deriyê hola dawetê pevçûna çekdarî derket, kesek hat kuştin yek jî birîndar bû
Diyarbakir
Li Kayapinara navçeya navendî ya Diyarbekirê li ber deriyê hola dawetê pevçûna çekdarî derket, kesek hat kuştin yek jî birîndar bû.
Li taxa Firatê, dema derketina ji hola dawetê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn di navbera hinekan da nîqaş derket.
Nîqaşa ku piştî demekê bû pevçûna çekdarî û Hasan D. canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.
Li ser îxbarê ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê û polês hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyeke taybet.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
