Jiyan

Li Diyarbekirê kelekela havînê tengasiyê dide kişandin

Osman Bilgin  | 29.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Li Diyarbekirê kelekela havînê tengasiyê dide kişandin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê kelekela germa havînê tengasiyê dide kişandin.

Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê, li Diyarbekirê germa hewayê ji 44 pileyan derbas kir.

Welatiyên ku ji germê aciz bûn, berê xwe dan cihên ku klîma lê heye û ketin binê sihan. Danê nîvro kuçe û kolan vik û vala bûn.

Hin welatiyên ku mecbûr dimînin û derdikevin derva jî şemsiyeyan vedikin, hinek jî avê ser serê xwe da dirêjin ku hênik bibin.

Hin kesên ku ji germê aciz bûn jî xwe avêjin binê siha li park û baxçeyan.

Welatiyên herêmê ji bo ku hênik bibin ava sûsê gelekî vedixwin.

Li Diyarbekirê loqinteyekê jî ji ber kelekelê zûtirî girt.

Xwediyê loqinteyê Îbrahîm Bozkurt diyar kir ku kelekela germê tengasiyê dide kişandin, ji bo ku personel dawiya hefteyê velezin û ji ber germa zêde niyeta wî heye ku ew dawiya hefteyê loqinteyê veneke.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın