Jiyan

Li Diyarbekirê ji ber lihevnekirina li ser erdan pevçûna çekdarî derket, kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn

Ömer Aydın  | 22.08.2025 - Rojanekırın : 22.08.2025
Li Diyarbekirê ji ber lihevnekirina li ser erdan pevçûna çekdarî derket, kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn Ömer Yasin Ergin

Diyarbakir

Li Yenîşehira navçeya Diyarbekirê ji ber lihevnekirina li ser erdan pevçûna çekdarî derket, dii encamê da kesek hat kuştin û yek jî bi giranî, 5 kes birîndar bûn.

Li taxa gundewar a Guvercinlikê dinavbera 2 malbatan da ji ber li hevnekirina li ser erdan pevçûn derket.

Di encama pevçûna ku tê da çek hatin bikaranîn da M.Ş. (46), M.A.Ş. (23), A.Ş, H.Ş, S.Ş. û M.Ş. birîndar bûn.

Li ser îxbarê ekîbên Tendirustiya Acil a 112ê û cenditme hatin cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Ji birîndaran M.Ş. tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin. Herwiha rewşa tendirstiya M.A.Ş jî giran e.

Derbarê bûyerê da 3 gumanbar hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın