Jiyan

Li Diyarbekirê esnafê heywanan hez dike bi tevgerên xwe va dibe mînak

Li Diyarbekirê esnaf Mehmet Yuksel ji bo pişîkeke birîndar a li kuçeyê dît û derman kir holikek çêkiriye ku ew niha ji bo pişîkên din jî bûye sitargeheke germ

Türkan Tosun  | 02.12.2020 - Rojanekırın : 03.12.2020
Li Diyarbekirê esnafê heywanan hez dike bi tevgerên xwe va dibe mînak

Diyarbakir

Mehmet Yukselê ji Diyarbekirê pişîkeke birîndar li kuçeyê dît, ew derman kir û jê ra holikek çêkir ku niha ew holik ji bo heywanên din jî bû sitargeh.

Yukselê li navçeya Kayapinarê esnafê 25 salan e demek berê li ber kargeha xwe pişîkeke birîndar dît.

Esnaf Yuksel ew bir ser beyter, lingê wê yê çepê da dermankirin û navê "Peşo" li pişikê kir.

Yuksel paşê jê ra holikek çêkir û niha li wir Peşo xwedî dike, ev holika Peşo niha ji bo pişîkên din jî bûye sitargeh.

Yuksel ji nûçegihanê AAyê ra got ew ji heywanan hez dike, dema merivên bêmerhemet dibîne xew li wî diherîme û wiha axivî: "Vê pişîka birîndar xwe avête dikanê, min jî merhemet nîşanî wê da. Hate li cem min, ez hembêz kirim. Min bir ser beyter û ew da dermankirin. Di rastiyê da ew li me xwedî derket, pişîkeke li kolanê dijiya. Ji ber ku wê hezikirina me hîs kir ew li me xwedî derket. Ji bo ku ez ji esnafan ra bibim mînak min holik da çêkirin ku ew jî çêkin. Me ji Peşo pir hez kir. Me holika wê mezin çêkir ku heywanên din jî têkevinê. Niha heywanên din jî tên em xwarinê datînin, esnafên din jî goştê mirişkan û mamayê datînin. Ez pir kêfxweş dibim."

- 10 pişîk tê da ne

Esnaf Mehmet Pîran Çelîk jî got herkes vê tevgera Yuksel pîroz dike û wiha axivî: "Şev 10 pişîk di vê holikê da kom dibin. Xwarina tê da ye dixwin. Hewcedariya wan jî hêlîneke germ heye."

Ayten Çetînera li wê taxê dijî jî got di van demên dawîn ên ku eziyetê li heywanan dikin da ev tevgereke gelekî baş e û xwezî her kes wiha hesas be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın