Li Diyarbekirê erdhejzede di xaniyên ku hatine çêkirin da bi ewle dijîn
Diyarbakir
AYDIN ARÎK - Erdejzedeyên 6ê Sibata 2023yan a ku navenda wê Kahramanmaraş bû, di malên xwe yên ku li Diyarbekirê ji bo wan hatine çêkirin da bi ewle dijîn.
TOKÎ li Diyarbekirê xebatên ji bo erdhejzedeyan didomîne û avahiyên ku li derûdora wan mizgeft, park, kargeh, parkên zarokan, rêyên meşê û duçerxiyê hene ava dike.
Li Taxa Oglakliyê ya li navçeya Baxlarê ji bo erdhejzedeyan 13 hezar û 190 avahî tên çêkirin ku ji bo 10 hezaran pişkavêtin çêbû.
Ji bo xwediyên 8 hezar û 340 avahiyan mifte hatin teslîmkirin.

Ahmet Ozdemîrê ku bi dê û bavê xwe ra dijî ji nûçegihanê AAyê ra got xaniyê wan ê ku di erdhejê da zirar dîtiye hilweşiyaye.
Ozdemîr got piştî erdhejê ew demekê li mala xizmên xwe yên li gund mane û di Cotmeha 2024an da wan koçî xaniyê xwe yê nû kirine.
Tuba Avciya dayika sê zarokan jî diyar kir ku dema erdhejê ew li mala xwe ya li taxa Muradiyeyê ya navçeya Baglarê bûne.
Avciyê anî ziman serlêdana wan a ji bo ku xaniyê wan zirar dîtiye zû encam daye û wiha axivî: "Em di avahiyeke pênc qatî da dijiyan. Xaniyê me zirar dît. Dema erdhej çêdibû, me nikarîbû ku em bikevin hundir. Ji ber erdhejê em pir ditirsiyan. Ji tirsana me nexwest ku em vegerin avahiyê. Xwedê careke din nîşan nede."

