Jiyan

Li Diyarbekirê du kamyonet li hev qelibîn û di qezayê da 2 kes mirin, kesek birîndar bû

Osman Bilgin  | 25.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Li Diyarbekirê du kamyonet li hev qelibîn û di qezayê da 2 kes mirin, kesek birîndar bû

Diyarbakir

 Li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê qezaya trafîkê çêbû û di qezayê da 2 kes mirin, kesek birîndar bû.

Kamyoneta ku M.C. diajot û plaqeya wê 34 HY 9723 ye û kamyoneta ku A.Î.T. diajot, plaqeya wê 25 KC 341 e û pez lê barkirî bû, şeva berîn li Taxa Kengerliyê ya gundewar li hev ketin.

Di qezayê da şofêr A.Î.T. û A.E.Kyê ku di kamyonetê da bû, li cihê qezayê mirin, şofêrê din birîndar bû û 14 serî pez jî mirar bûn.

Li ser êxbarê ambulans, îtfaiye û cendirme sewqî herêmê kirin.

Ekîba tenduristiyê şofêrê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın