Jiyan

Li Diyarbekirê di qezaya ku gelek wesayît tevî bûn da 4 kes mirin, 13 kes birîndar bûn

Ahmet Kaplan, Osman Bilgin  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 20.11.2025
Li Diyarbekirê di qezaya ku gelek wesayît tevî bûn da 4 kes mirin, 13 kes birîndar bûn

Diyarbakir

Li Çinara navçeya Diyarbekirê di qezaya trafîkê ya ku 5 wesayît li hev qelibîn da li gor tesbîtên ewil 4 kes mirin, 13 kes birîndar bûn.

Li texma Taxa Başakliyê ya gundewar 2 otomobîl, minibês, kamyonet û tira ku hê navê ajokar û plakayên wan nehatiye hînbûn li hev qelibîn.

Di qezayê da ji ber tesîra lêxistinê tir welgeriya şerampolê.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin.

Di qezayê da li gor tesbîtên ewil 3 kes mirin, 2 jê giran 14 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Piştî qezayê demekî rê ji trafîkê ra hat girtin û piştî xebata hat kirin rê dîsa hat vekirin.

Birîndarek digel midaxeleya li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın