Jiyan

Li Diyarbekirê darên narengiyan yên ku hatibûn çandin ber girtin

Bestami Bodruk  | 14.11.2025 - Rojanekırın : 14.11.2025
Li Diyarbekirê darên narengiyan yên ku hatibûn çandin ber girtin Bestami Bodruk

Diyarbakir

 Li Çinguşa navçeya Diyarbekirê, darên narengiyan yên ku li gundê Geçitê yê li keviya Gola Bendavê ya Karakayayê hatibûn çandin, ber girtin.

Li gundê ku ji ber lokasyona xwe û dîmenê xwe yê weke dolê balê dikişîne, bi salane darên hinarên şêrîn û tirş ber digirin.

Li keviya Gola Bendavê ya Karakayayê ku di her demsalê da bi dîmena xwe weke studyoyeke siruştî ya fotografan e, çend darên pirteqal, mendelî û leymûnan ku bi mebesta zêdekrina cureyan li gund hatibûn çandin, bi cihê xwa va guncan.

Piştre, qaymeqamtî û şaredariyê gelek şitl li hilberîneran belav kirin da ku hejmara daran zêde bikin.

Li herêmê roj bi roj hejmara darên narengî zêde dibe û hilberîner jî hedefên xwe zêde dikin.

Hilberînerên ku ji bergirtina daran memnûn bûn, dixwazin baxçeyên narengiyan deynin û berhemên xwe derxin bazarê.

Niştecihên herêmê ku ditîn ku darên narengiyan berhem didin, armanc dikin ku li wan erdên berhemdar mûzan jî biçînin.

Şaredarê Çinguşê Ali Suat Akmeşe ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku li gundê Geçitê yên bi çiyayan dorpêşkirî piştî Gola Bendavê ya Karakayayê avûhewa guherî bû ya Deryaya Navîn.

Muxtarê gundê Geçîtê Turgay Togrul diyar kir ku ew bi salan e li gundê xwe hem ji bo karanîna li ser sifrê û hem jî ji bo çêkirina doşava hinarê, hinaran hildiberînin.

Salih Demirok ê 67 salî ku cara yekem e li gund pirteqalan hildiberîne, destnîşan kir ku ew ji ber hilberîna narengiyan kêfxweş in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın