Jiyan

Li Diyarbekirê belemê jîngehdost dest bi seferên ceribandinê kirin

Ömer Yasin Ergin  | 27.03.2024 - Rojanekırın : 07.04.2024
Li Diyarbekirê belemê jîngehdost dest bi seferên ceribandinê kirin

Diyarbakir

 Li Egila navçeya Diyarbekirê bi projeya ku bi mebesta rêgirtina li ber qirêjiya jîngehê li Hewzeya Gola Bendavê ya Dijleyê kete rewacê, li şûna belemên ku di veguhastinê da bi sûtemeniya fosîlan dixebitîn, belemên elektrîkê ku enerjiya xwe ji tavê distînin destbikar bûn.

Egila ku li gorî rîwayetê tevî Zulkifl û Elyese Pêxember ên ku navên wan di Qurana Pîroz da hatine, gorên 9 pêxemberan lê ye, li tenişt îqlîma xwe ya menewî, bi werzişên avî û geştên bi beleman ên li ser Gola Bendavê ya Dijleyê balê dikişîne.

Li tenişt xebatên bi mebesta zêdekrina qebareya geştiyarên xwemalî û biyanî li navçeyê xebat ji bo wê yekê tên ajotin ku Hewza Gola Bendavê ya Dijleyê paqij bimîne.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Karûbarên Avê û Qanalîzasyonan a Şaredariya Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ) di çarçoveya "Plana Parastina Hewza Gola Bendavê ya Dijleyê" da li Egilê 1ê Nîsana 2002yan veguhastinên bi belemên sûtemeniya fosîlan qedexe kir.

Bi hevkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Qaymeqamtiya Egîlê û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi pişteka Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê 6 belem hatin amadekirin. Êdî veguhastin dê bi belemên bi enerjiya tavê ku her yek bi qebareya wan a hilgirtina 12 kesan heye, bên kirin.

Belemên jîngehdost ên ku seferên ceribandinê kirin, dê di meha Nîsanê û pê va pêşkêşî xizmeta geştiyarên xwemalî û biyanî bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın