Li Diyarbekir, Sîîrt, Elezîz, Şirnex, Meletî û Hekariyê ji ber ketina berfê dibistan hatin tetîlkirin
Hakkari
Li Elezîz, Şirnex, Meletî û Hekariyê ji ber ketina berfê, bager û cemedê dibistan sibê hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyên her çar bajaran hat dayîn, ji ber rîska ku rewşa hewayê ya neyênî wê di çûyîn û hatin û jiyana rojane da bibe sedema tengasiyan, hemû dibistanên fermî û taybet ên tevahiya bajaran sibê hatin tetîlkirin.
Her wiha ji bo ji bo personelên ducanî, astengdar, personelên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û zarokên wan piçûk in jî îzna îdarî hat dayîn.
- Li Diyarbekirê ji ber şert û mercên hewaya nebaş dibistan rojeke din hatin tetîlkirin
Li Diyarbekirê ji ber cemed û qeşayê dibistan rojeke din hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê ya ji ser hesabê platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya nevanda wê Amerîka ye da hat diyarkirin ku li gor daneyên meteorolojîk tê payîn ku sibê li tevahiya bajêr germahiya hewayê gelekî bikeve û digel vê qeşa û cemed çêbe.
Di parvekirinê da hat ragihandin ku neyiniyên dibe ku çêbin û tengasiyên hatin û çûyînê dan ber çavan û hat gotin ku "2yê kanûnê roja înê li tevahiya bajêr hemû dibistanên fermî û taybet, kreş û malên xwedîkirinê ji bo rojekî hatin tetîlkirin. Her wiha ji xebatkarên kamuyê dayikên ku zarokên wan ên li kreş, pêşdibistan, dibistanê hene û xebatkarên astengdar, ducanî dê bi îzna îdarî bên hesibandin."
Her wiha li Nîgde, Karabuk, Erdexan, Tuncelî, Sêrt, Bingol, Adiyeman, Sînop, Kahramanmaraş, Tokat, Batman, Sêwas, Bartin, hin navçeyên Orduyê, Agiriyê, Mûş, Çorum, Yozgatê jî dibistan hatin tetîlkirin.
- Li Sêrtê ji ber şert û mercên hewaya nebaş dibistan rojeke din hatin tetîlkirin
Li Sêrtê ji ber berfa gur û şert û mercên hewaya nebaş dibistan rojeke din hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku ji ebr berfa gur û şert û mercên hewaya nebaş ên ku li tevahiya bajêr bandora xwe didomîne tê payîn ku germahiya hewayê gelekî bikeve, bûyerên cemed û qeşayê zêde bibin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li tevahiya bajêr saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet û kreşên taybet, navendên rehabîlîtasyonê rojek hatin tetîlkirin û hat ragihandin ku dayikên xebatkarên kamuyê yên zarokên wan ên ji 6 salî biçûktir hene, astengdar û ducanî jî bi îzna îdarî dê bên hesibandin.
