Jiyan

Li Diyarbekir, Bingol, Batman û Mêrdînê eşûre belavî 9 hezar kesî kirin

Ahmet Kaplan  | 05.07.2025 - Rojanekırın : 05.07.2025
Li Diyarbekir, Bingol, Batman û Mêrdînê eşûre belavî 9 hezar kesî kirin

Diyarbakir

 Li Diyarbekir, Bingol, Batman û Mêrdînê ji ber meha Muharemê eşûre belavî 9 hezar kesî kirin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêmê ya Weqfan a Diyarbekirê li Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê di stantên ku piştî nimêje înê hatin danîn da eşûre belavî 3 hezar kesî kirin.

Walî Tuncay Akkoyun, Serokbajarê AK Partiyê ya Bajêr Mehmet Uncu, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Cebraîl Bugday û Midûrê Bajêr ê Turîzmê Ayhan Gok beşdarî çalakiya ku li Mizgefta Şakîr Nuhoglu a Mêrdînê hat lidarxistin bûn.

Walî Akkoyun bi Midûrê Herêmê ya Weqfan Hakan Demir ra eşûre îkramî welatiyan kir.

Di çalakiyê da eşûra dan 2 hezar kesî.

Di çalakiyên ku li Mizgefta Şevket Başak a Batmanê û Mizgefta Mezin a Bingolê hatin lidarxistin da eşûra belavî 2 hezar kesî kirin.

Midûrê Herêmê ya Weqfan a Diyarbekirê Hakan Demir diyar kir ku ev çalakiyên ku li dar dixin ji bo xurtkirina yekîtî û bihevrabûna civakî girîng e.

Demir diyar kir ku dê sibê jî li navçeya Egîlê ku yek ji navendên girîng ên turîzma baweriyê ye li Tirbeya Pêxemberan çalakî li dar bixin ê di vê çalakiyê da eşûre belavî 1000 kesî bikin û bangî her kesî kir ku beşdarî çalakiyê bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın