Li Diyarbekirê ji ber lihevnekirina li ser erdan pevçûna çekdarî derket, kesek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn

Diyarbakir
Li Yenîşehira navçeya Diyarbekirê ji ber lihevnekirina li ser erdan pevçûna çekdarî derket, dii encamê da kesek hat kuştin û yek jî bi giranî, 5 kes birîndar bûn.
Li taxa gundewar a Guvercinlikê dinavbera 2 malbatan da ji ber li hevnekirina li ser erdan pevçûn derket.
Di encama pevçûna ku tê da çek hatin bikaranîn da M.Ş. (46), M.A.Ş. (23), A.Ş, H.Ş, S.Ş. û M.Ş. birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên Tendirustiya Acil a 112ê û cenditme hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Ji birîndaran M.Ş. tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin. Herwiha rewşa tendirstiya M.A.Ş jî giran e.
Derbarê bûyerê da 3 gumanbar hatin binçavkirin.