Li Diyarbekirê di qezaya trafîkê ya ku 3 wesayît tevlê bûn da 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
Keliya qezayê di kameraya ewlehiyê da hat qeydkirin
Diyarbakir
Li Baglara navçeya Diyarbekirê di qezaya trafîkê ya ku 3 wesayît tevlê bûn da, 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Diyarbekir û Batmanê li Taxa Karamusê wesayîta bazirganiyê ya sivik ya ku plaqeya wê 06 EC 8333, texsiya ku plaqeya wê 21 TT 762 û TIRa ku plaqeya wê 31 BD 454 yên ku nasnameya şofêrên wan hê ne diyar in li hev qelibîn.
Li ser cawdayînê polês, cendirme û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 2 kes mirin û jê 2 giran, 3 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Ji hêla din va kêliya qezayê di kameraya ewlehiyê ya kargehekê da hat qeydkirin. Di dîmenê da tê dîtin ku TIRek li xaçerêyê li texsî û wesayîteke bazirganiyê ya sivik diqelibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
