Li Diyarbekirê cegera ku bi destê jinê tê çêkirin, pir tê ecibandin

Diyarbakir
Li Diyarbekirê Yasemîn Ayverdî Gulserana dayika 2 zorakan, hosteya kibaba cegerê ye û vî karê xwe yê ku li ser tezgha seyar dest pê kir di kargeha ku vekir da didomîne.
Gulseran ji bo ku ji zarokên xwe ra paşerojeke baştir bide peydakirin, biryar da ku bixebite.
Gulseranê bi piştgiriya mîkrokrediyê tezgaheke seyar kirî, nava rojê bi karên malê ra eleqedar bû, êvarê jî tezgaha xwe vekir û bi çêkirin û firotina kebaba cegerê va piştgirî da aboriya malbata xwe.
Ji ber ku kebabên wê gelekî hatin ecibandin û kara wê roj bi roj zêde bû, Gulseranê li navçeya navend a Yenîşehirê ser kolana Liceyê dikan vekir û ew û mêrê xwe û du xebatkarên din, di dikanê da dixebitin.
Gulseranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, dema ku wê dest bi kar kir, di bêrîka wê da 11 lire hebû, lê wê li ber xwe da û di pêvajoya şewba Kovîd-19ê da dikan vekir.
Gulseranê daxuyand, di pêvajoya şewbê da wê bi piştgiriya ku dewletê dida esnafan va karê xwe dewam kir û wiha pê da çû: "Min bi piştgiriya dewletê qismekî teqsîdên xwe dan. Di vê pêvajoyê da ji dêvla ku em karê bikin, em zirarnekirinê razî bûn."
Ji mişteriyan Semîh Guzel diyar kir, dema ku ew bixwaze li Diyarbekirê cegerê bixwe, ew tê cem Yasemîn hosteyê.
Cemîl Sogut jî diyar kir, tehma cegera ku Yasemîn hoste çêdike, pir xweş e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.