Li Diyarbekirê başok û bazê hatin dermankirin li Baxçeyên Hevselê berdan çolê

Diyarbakir
Li Diyarbekirê başok û bazên ku hatin dermankirin li Baxçeyên Hevselê yê ku di "Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê" ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) da cî digire berdan tebîetê.
Midûriya Rehabîlîtasyon û Xilaskirina Heywanên Kovî ya Dîcleyê ku bi hevkariya Wezareta Çand û Daristanê û Zanîngeha Dîcleyê (ZD) hat avakirin û Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Diyarbekirê ji ber "3yê Adarê Roja Jiyana Kovî ya Dinyayê" çalakî li dar xist.
Midûrê Navenda Rehabîlîtasyon û Xilaskirina Heywanên Kovî ya Dîcleyê Doç. Dr. Semîh Altan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku navenda wan par meha îlonê kete xizmetê.
Altan got ku heta îro piranî jê cureyên çûkan nêzî 30î heywanên beyanî anîn navendê û diyar kir ku ji van heywanan 15 jê piştî hatin dermankirin berdan çolê û yên mayî jî tên dermankirin.
Altan destnîşan kir ku pirsgirêka wan a herî mezin nêçîrvaniya nezan û hewla kedîkirina heywanên kovî ye û got ku "Ji ber ku tebîet di nav ahengê da ye, çûkên beyanî jî hêmaneke vê hevkêşê ne. Ji kerema xwe heywanên kovî û beyanî rehet bihêlin."
Altan ji welatiyan xwest ku dema heywanekî zirar dîtiye yan jî nexweşketî dibînin bila xeberê bidin ekîbên Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê.
Başok û 2 bazên ku hatin tedawîkirin li Baxçeyên Hevselê berdan çolê.
Alîkarê Rektorê ZDyê Prof. Dr. Ezelî Azarkan, Wekîlê Dekanê Fakulteya Beytariyê ya ZDyê Prof. Dr. Aydin Vural, rayedarên Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê û xebatkarên navendê beşdarî çalakiyê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.