Li Diyarbekirê û bajarên hawirdor Şeva Mîracê hat îdraqkirin
Diyarbakir
Li mizgeftên li Diyarbekir, Mêrdîn, Elezîz, Sêrt, Batman û Şirnexê Şeva Mîracê bi diayan hat îdraqkirin.
Miftîtiya Bajêr a Diyarbekirê ji ber Şeva Mîracê li Mizgefta Mezin a ku wekî "5emîn Herema Şerîf a Îslamê" tê qebûlkirin bername hat lidarxistin.
Di bernameya ku lawij hatin gotin da Miftiyê Bajêr Celal Buyuk got ku bila ev şev ji bo alema Îslamê û hemû mirovahiyê bibe wesîleya xêrê.
Miftiyê Bajêr Buyuk der barê "girîngiya Şeva Mîracê" da weaz da.
- Mêrdîn
Di bernameya ku li Mizgefta Şakîr Nuhoglu ya Mêrdînê hat lidarxistin da Qur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin.
Di bernameya ku îlahî hatin gotin da Miftiyê Bajêr Enver Tukrmen der barê mene û girîngiya Şeva Mîracê da weaz da.
Piştî bernameyê dema welatî ji mizgeftê derketin Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaxa Artukluyê ya Heyva Sor a Tirkan û Midûriya Herêma Weqfan îkram li welatiyan belav kirin.
- Elezîz
Li Elezîzê di bernameya ku li Mizgefta Îzzet Paşa hat lidarxistin da ur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin.
Waliyê Elezîzê Numan Hatîpogluyê ku beşdarî bernameyê bû piştî nimêja eşayê qendîla welatiyan pîroz kir.
Dema welatî ji mizgeftê derketin Midûriya Herêma Weqfan îkram li welatiyan belav kirin.
- Sêrt
Li Sêrtê di bernameya ku li Mizgefta Haci Fethî Serîn a Navend piştî nimêja eşayê hat lidarxistin da piştî tîlaweta Qur'ana Pîroz bi sê zimanan mewlûd hat xwendin û lawij hatin gotin.
Piştî bernameyê Midûriya Bajêr a Malbat û Xizmetên Civakî, Midûriya Herêma Weqfan a Bidlîsê û Şaredariya Sêrtê îkram li welatiyan belav kirin. û
Walî Kemal Kizilkaya, Midûrê Herêma Weqfan a Bidlîsê Alî Osman Ayan û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.
- Batman
Li Batmanê piştî nimêja eşayê li Mizgefta Hamîdiyeyê bername hat lidarxistin û Qur'ana Pîroz hat xwendin û bi Tirkî, Kurdî û Erebî mewlûd hat xwendin.
Bername piştî lawij û diayan bi dawî bû û dema ji mizgeftê derketin îkram li welatiyan belav kirin.
- Şirnex
Li Şirnexê piştî nimêja eşayê li Migefta Geylanî ya Yenî Mahalleyê bername hat lidarxistin û Qur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin û lawij hatin gotin.
Di bernameyê da meleyê mizgeftê Abdulazîz Osal der barê mîracê da weaz da.
Osal xwest ku di serî da Xeze ji bo hemû erdnîgariyên misilman ên di bin zilmê da dia bê kirin.
Şaredariya Şirnexê piştî bernameyê îkram li welatiyan belav kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
