Li dijî polîtîkayên Çînê yên li Tirkistana Rojhilat bertek
Endamên Şaxa Elazigê ya Yekîtiya Ciwan ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Sîncana Çînê, li kuçe û kolanan wêneyên ku behsa zilmê dikin daliqandin.
Elazig
Endamên Şaxa Elazigê ya Yekîtiya Ciwan ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Herêma Xweser a Uygur a Sîncana Çînê, li kuçe û kolanan wêneyên ku behsa zilmê dikin daliqandin.
Serokê Komeleyê Omer Cipli di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Tirkistana Rojhilat ku dagirkirî ye, zext û zilma Çînê ya li ser Uyguran roj bi roj zêdetir dibe, lêbelê dinya li hemberî vê yekê her ker dimîne û deng nake.
Cipli bal kişand ku rewşa însanên herêmê her ku diçe xirabtir dibe û wiha dewam kir:
"Ji bo ku em balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Herêma Xweser a Uygur a Sîncana Çînê, me li kuçe û kolanên bajêr wêneyên ku behsa zilmê dikin daliqandin. Îro roj li Tirkistana Rojhilat bi hezaran însan di bin zilm û zexta Çînê da dijî. Em bangî hemû dinyayê dikin ku ji vê zilmê ra bêje 'bes e'."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.