Nevzat Umut Uzel,Yılmaz Kazandıoğlu,Sayim Harmancı
11 Mijdar 2024•Rojanekirin: 12 Mijdar 2024
Li deverên bilind ên Wan û Hekariyê berf barî, mij û dûman çêbû.
Li Wanê piştî barana gur berf barî.
Lûtkeya Çiyayê Erekê ya li ser sînorê navçeya Îpekyoluyê spî bû, li navenda bajêr jî ji ber baranê welatiyan zehmetî kişand.
Li taxa Kurubaşê ya ku raqima wê 2 hezar û 225 e ya li ser sînorê Wan-Hekariyê baran barî û mij çêbû.
Li Hekariyê jî barana ku şev dereng barî cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Çiyayê Simbilê ya ku raqima wê 3 hezar û 467 e û dora wê bi xêliya spî nixûmî.
Ji ber mijê şofêran li hin cihan zehmetî kişand.