Li devera çiyayî ya bi kîlometreyan rê meşiyan û xwe gihandin wir di qefa keviran da hingiv kom kirin
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê, şêniyên deverê yên ku hingivê di qefa keviran da bi zehmetî kom dikin, qismekî jê ji bo xwarina malê vediqetînin û yê mayîn jî difiroşin û pê dahatê bi dest dixin
Hakkari
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê, şêniyên devera ku bi salan berê ji ber bûyerên terorê hatibû valakirin, vegeriyan û bi kîlometreyan rê meşiyan, derketin herêma çiyayî û di qefa keviran da hingiv kom kirin.
Li navçeya li ser sînorê Iraqê, komeke ji pîşeyên cuda yên ku di navê da mozvan jî hene, çûn mezraya Madenliyê ya gundê Kavuşaka ku di sala 1995an da hatibû valakirin, ket rê ku hingivê di nav qefa keviran da kom bike.
Şêniyên herêmê li devera ku zozanên Beryako û Reşme lê ne û mozên ku ji kewaran revîne û di nav qefa keviran da hêlîna xwe çêkirine, bi saetan meşiyan û bi zehmetekî zêde, hêlînên li cihên asê û di nav qefa keviran da tesbît kirin.
Kesên navborî kincên mozvanan li xwe kirin, bi teht û zinaran hilkişiyan û her wiha piştî ku bi dûmanê moz aş kirin, kewar ji qefa keviran derxistin.
Şêniyên deverê ji vî hingivî qismekî jê ji bo xwarina malê vediqetînin û yê mayîn jî difiroşin û pê dahatê bi dest dixin.
Şêniyê deverê Salih Yakin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan ji qaymeqamtiyê ji bo 4 rojan destûr sitand û ew hatin herêmê û wiha dewam kir:
"Em gelekî kêfxweş in ku em hatin ser xaka bav û kalan û zozanan. Herêm pir dijwar e lê ji bo me serketina di dijwariyê da sipehî ye. Kîloya hingivê me kom kir, di navbera 6 û 7 hezar lireyî da ye. Em serê sibehê di saet 06.00an da derketin rê û di saet 11.00an da me xwe gihand zîrweyê."
Alî Sayir jî got, şêniyên deverê gelekî kêfxweş in ku derfet dîtin û çûn gund û mezrayên xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
