Li deverên bilind ên Erzirom û Erdexanê di gulanê da berf barî

Erzurum
Li deverên bilind ên Erzirom û Erdexanê di nîvê gulanê da berf barî.
Li Erziromê duh bişev barana gur dayê û heta sibê barî, li deverên bilind jî berf barî.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê û derdora wê berf zêde barî û di meha biharê da ku li her derê çêre hêşîn bûye, di binê berfê da spî bû.
Li qadên pîknîkê ser kamelyayan berf kom bû, li quntara Çiyayê Palandokenê berf ser gul û sosinan da barî û dîmenên xweş derketin holê.
Berf li deverên bilind ên hin navçeyan jî barî.
Li Erdexanê jî navenda bajêr barana gur barî, li deverên bilind berf barî.
Ji ber berfê bi taybetî di navbera Erdexan û navçeya Goleyê da gir spî çîl bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.