Jiyan

Li deverên gundewar yên ku ji berf û seqem li wan bi bandor e jiyan dijwar e

Necmettin Karaca  | 10.01.2026 - Rojanekırın : 10.01.2026
Li deverên gundewar yên ku ji berf û seqem li wan bi bandor e jiyan dijwar e

Van

Li Gevaşa navçeya Wanê, li taxa gundewar a Gorunduyê ku berf û seqem lê bi bandor e, welatî di şert û mercên dijwar da ajelên xwe xwedî dikin û karên xwe yên rojane dikin.

Li taxa Gorunduyê ya ku 26 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, niştecih ji ber seqem û berfê piraniya rojên xwe li hundir derbas dikin.


Li vê taxa ku xwedîkirina ajelan çavkaniya sereke ya debarê ye, welatî bi paqijkirina rêyên ku wan çêkirine da ku bigihêjin gom û malên cîranên xwe, li hember dijwariyên zivistanê li ber xwe didin.

Mêr seranserê rojê berfa li ber deriyan û li ser banan dimalin û di demsala zivistanê ya dijwar da, ew ajelên xwe bi giyayê ku bi xizankan vediguhêzin xwedî dikin.

Jinên ku bi tîrêjên sibê ra dest bi karên xwe yên rojane dikin, piştî ku karên navmalê diqedînin, nan lê didin, xwarinê çêdikin û ji mêran ra dibin hevkar.

Ev welatiyên ku barê jiyana zivistanê di avhewa û erdnîgariyeke dijwar da hildigirin, bi şêwaza jiyana xwe ya kevneşopî çanda herêmê jî zindî dihêlin.

Alper Hakanê ku li taxê ajelan xwedî dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew di tevahiya zivistanê da bi giyayê ku ew havînê berhev dikin ajelên xwe xwedî dike.

Hasan Hakan jî diyar kir ku ew tevahiya rojê bi karên malê va mijûl e û got, "Jiyan li vir bi nimêja sibê ra dest pê dike. Piştî şiyarbûnê, em berx û pezê alif dikin. Piştî taştê, em alif û avê didin ajelan. Roja me bi xebatê derbas dibe."

Zana Hakana ku nan di tenûrê de dipêje, got, "Jiyana me zivistanê pir dijwar e. Zivistana me pir dijwar e. Em li herêmeke wisa ne ku berf pir jê kêm nabe. Ji ber ku em debara xwe bi ajelandariyê dikin, her kes di vê demsalê da dixebite. Em zû radibin. Em hevîrê xwe dikin, diçin ser tenûrê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın