Jiyan

Li deverên bilind ên Çiyayê Sîpan kulîlkên rengîn vedan

Abdullah Söylemez  | 22.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Li deverên bilind ên Çiyayê Sîpan kulîlkên rengîn vedan

Ağrı

 Deverên bilind ên Çiyayê Sîpan bi kulîlk û çîçekên rengîn xemilîn.

Çiyayê Sîpan di nava sînorên Agirî, Bidlîs û Mûşê da cih digire, bilindahiya wê 4 hezar û 58 mêtre ye û li Tirkiyeyê çiyayê herî bilind ê sêyemîn e.

Çiyayê ku havînan gelek kes hilpask dibê, bi hêşinahî xweşikahiya siruştî ya derdora xwe va balê dikişîne.

Li deverên ku nêzî 3 hezar û 800 mêtre bilind e, kulîlkên rengîn vedan.

Kulîlkên zer, şîn, helesor, porteqalî, kesk û sor çiyê dixemilînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın