Li Deşta Îslahiyeyê ya Gazîentabê reşandina tovê genim dest pê kir
Gaziantep
Li Deşta Îslahiyeyê ya Gazîentabê reşandina tovê genim dest pê kir.
Qaymeqam Mehmet Soylu bi Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Huseyîn Okkeş Demir û Serokê Odeya Ziraetê Osman Erdogan va li Taxa Cevdetpaşayê cotkarên ku tovê ewil ê vê sezonê direşînin, ziyaret kirin.
Qaymeqam Soylu li vê derê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Xwedê bereketê bide keda hemû cotkaran.
Soylu bal kişand ser potansiyela hilberînê ya xurt a Deşta Îslahiyeyê û wiha got, "Cotkarên me yên jêhatî û hilberîner li Deşta Îslahiyeyê seba heyama nû amade dibin. Serê dagêrê 850 û 900 kîlo genim tê. Înşeallah îsal jî xêr û bereket zêde bibe. Li ser vê axa bibereket xebat bê navber dewam dikin. Înşeallah sezon bê pirsgirêk derbas bibe."
Serokê Odeya Ziraetê Erdogan jî diyar kir ku li navçeyê li ser qadeke nêzî 120 hezar donimî genim hat danîn û ji bo cotkaran diayê xêr û bereketê kir.
Erdogan daxuyand ku çend roj şûnda jî li ser 30 donimî ceh wê were danîn û li ser girîngiya hilberîna çandinî ya Îslahiyeyê sekinî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
