Jiyan

Li Deşta Mûşê karê giran ê jinan ê kandêlkirina zebeşan dest pê kir

Sabri Yıldırım  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 06.08.2025
Li Deşta Mûşê karê giran ê jinan ê kandêlkirina zebeşan dest pê kir

Muş

 Li Deşta Mûşê karkerên çandiniyê yên jin ên ku zebeşan kandêl dikin, bi xebata xwe ya giran a li ber tîrêjên tava havînê va piştgiriyê didin aboriya malê.

Karkerên çandiniyê yên ku ji Mêrdînê hatine û li gundê Bozbulutê di konan da dimînin, ji bo kandêlkirina zebeşan sibehê zû diçin serê zeviyan.

Karkerên ku piraniya wan jin in, di kelekela germa havînê da tevî zarokên xwe çêreyên beyanî diçinin, çapeyê dikin û her wiha zebeşan kandêl dikin.

Jinên ku dikevin bin barekî giran ê wekî kandêlkirina zebeşan, bi qezenca xwe ya ji vir va piştgiriyê didin aboriya malê.

Rozerîn Ozbahçeciya dayika du zarokan û Zelal Ozbahçeciya dayika sê zarokan tevî dergûşên xwe yên ku li pişta wan e, ji sibehê heta êvarê di nav zeviyê da dixebitin.

Rozerîn Ozbahçeciyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew hem şixulê nav malê dikin û hem jî li serê zeviyê dixebite.

Ozbahçeciyê bal kişand ku ji ber germê ew zehmetiyê dikişînin û wiha dewam kir, "Ji zarokên min yek dergûş e. Ez nikarim di kon da bihêlim. Ez bi piştan tînim serê zeviyê û bi wî awayî çapeyê dikim. Karê me ev e, em neçar in."

Zelal Ozbahçeciyê jî bal kişand ku ew tevî zarokên xwe heya êvarê dixebitin û wiha dewam kir, "Demsal pir veguherîne, hewa pir germ e. Lê em neçar in ku bixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın