Li Derecîka navçeya Hekariyê bi germbûna hewayê va siruş zindî bû
Hakkari
Li Derecîka navçeya Hekariyê piştî ku baran barî û hewa germ bû, darên behîvan kulîlk vedan û ava sûlavan jî gur diherike.
Li navçeyê ji ber ku baran barî, ava sûlavên li dora Girê Vapurê û yên li quntara Çiyayên Balkayayê zêde bû.
Sûlavên ku bi coş û gur diherikin dîmenên xweş derdixin holê.
Bi hatina biharê ra nêrgizan kulîlk vekir, darên behîvan jî bi kulîlkên xwe yên spî va siruştê xemilandin.
Nêrgizên ku ji bo demeke kurt vekirine, bala siruşhezan dikşînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
