Li Denizliyê minibêsa serwêsê û otomobîl li hev qelibîn, 18 kes birîndar bûn
Denizli
Li Tavasa navçeya Denizliyê minibêsa serwêsê derbasî aliyê din ê rê bû û li otomobîlê qelibî, 18 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi plakaya 20 ADT 091 a ku A.S (40) a ku karkerên tekstîlê tê da bûli texma Tavas Makasiyê ya Taxa Sarabatê ya li rêya Denizlî-Muglayê ji refujê derbas kir û derbasî aliyê din ê rê bû.
Minibês derbasî aliyê din ê rê bû û bi otomobîla bi plakaya 20 ABA 768 ê ku D.A diajot ra qelibî û welgeriya.
Ekîbên polês, îtfaiye, tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da ajokarê minibêsê û 17 kesên di minibêsê da birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
