Li dêra dîrokî ya Mêrdînê ayîna Paskalyayê hat lidarxistin
Mardin
Suryaniyên ku li Mêrdînê dijîn, Cejna Paskalyayê li Dêra Kirklarê bi ayînê pîroz kir.
Suryanî ji bo Paskalyayê hatin dêra dîrokî û bi zarokên xwe ra find pê xistin û dia kirin.
Metropolîtê Mêrdîn-Diyarbekirê Salîba Ozmen, Serkeşîşê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz ayîn bi rê va bir. Di ayînê da koroyê bi Tirkî, Erebî, Îbranîkî ê Suryanîkî îlahî gotin.
Di ayînê da ji Încîlê hin beş hatin xwendin, Ozmen û Akyuz axaftinên xwe bi Tirkî, Erebî û Suryanîkî kirin.
Ozmen ji bo berdewamiya yekîtî û bihevrabûna li Tirkiyeyê dia kir. Kesên ku beşdarî ayînê bûn, paşê li baxçeyê dêrê cejna hev pîroz kirin.
Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û protokola wî li salona qebûlê ya dêrê cejna Suryaniyan pîroz kir.
Salîba Ozmen û Walî Akkoyun serê hêkan li hev da.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
