Li çol û besta ku berf lê heye, dîmenên roviyê sor û teyrê baz hat kişandin
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê, li çol û besta ku berf lê heye, dîmenên roviyê sor û teyrê baz ê ku zivistanê kêm xuya dike, hat kişandin.
Li navçeyê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 12 pileyan kêm bû û ji vê jî heywanên li kovî bi zehmetiyê xwarinê peyda dikin.
Li herêma nêzîkî gundê Asbogayê ku 10 kîlomêtro dûrî navçeyê ye, dîmenên roviyê sor û teyrê baz ê ku zivistanê kêm xuya dike yên ku li dû xwarinê ketine, hat kişandin.
Roviyê ku li ser berfê hinekî meşiya paşê ji herêmê dûr ket û çû, baz jî li esman firiya û ji çavan dûr ket.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
