Jiyan

Li Çiyayên Tanînê yên li Şirnexê çalakiya guldexwînan hat lidarxistin

Ayhan Babat  | 08.05.2024 - Rojanekırın : 15.05.2024
Li Çiyayên Tanînê yên li Şirnexê çalakiya guldexwînan hat lidarxistin

Şırnak

 Li Uludereya navçeya Şirnexê, li Çiyayên Tanînê çalakiya guldexwînan hat lidarxistin.

Bi hevkariya Kuluba Xweza û Werzişê ya Uludereyê û Kuluba Bîsîklet û Xwezayê ya Şehrê Nuh va çalakiya guldexwînan hat lidarxistin.

Wênegir û siruşthezên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin û beşdarî çalakiyê bûn, li Çiyayên Tanînê yên raqim 2 hezar û 230î wêneyên guldexwînan kişandin û meşa siruştê kirin.

Guldan Gundogduya ji Çanakkaleyê hatiye, diyar kir ku ew ji bo dîtina guldexwînan hatiye û herêm pir ecibandiye.

Sedat Ozdemirê li Sîlopiya naçeya Şirnexê mamoste ye jî diyar kir ku çalakiya guldexwînan pir xweş derbas bû û wan siruşta Şirnexê keşf kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın