Li çiyayên Ovacixê belekiyên berfê û li jêrê jî rengê biharê heye
Tunceli
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê berf heliya û deşt û zevî bere bere rengê biharê dixemilin.
Ovacixa ku nifûsê wê qederê 7 hezar e û hezar û 500 mêtro bilind e her demsal geştiyar û tebîethez tên serdana navçeyê.
Li navçeyê berfa li deştê heliya û deşt û erazî bere bere rengê biharê dixemilin, lê li ser çiyayên bilind hê jî berf heye. Li jorê belekiyên berfê hene û li jêrê jî di nava çayîr û çêreyê da kulîlkên newroz, qalçîçek û sinbilan vekirine.
Li Ovacixa ku çem û çavkanî û avgurên wê zêde ne heywandar bere bere pez û dewarên xwe li pal û berpalan rast dikin û diçêrînin.
Ji ber berfa ku dihele jî ava Çemê Aksu û Munzurê zêde dibe û dîmenên gelek xweş derdikevin holê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.