Li Çiyayê Boluyê sitûriya berfê gihîşt 35 santîmetreyî
Bolu
Li Otorêya Anadoluyê li tanga Çiyayê Boluyê sitûriya berfê gihîşt 35 santîmetreyî.
Li Otorêya Anadoluyê li tanga Çiyayê Boluyê ev pênc roj e binavber berf dibare.
Barîna berfê nexasim li xaçerêya Abantê, gundê Elmalikê, Tunela Çiyayê Boluyê û Viyadukan tesîra xwe nîşan dide.
Li herêma ku li hin ciyan sitûriya berfê gihîşt 35 santîmetreyî, ekîbên Rêbejayê xebatên xwe yên berfê didomînin.
Ekîbên trafîqê yên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê ku li ser guzergehê peywirê dikin jî ajokaran hişyar dikin ku li hemberî barîna berfê baldar bin, nêzîkî hev nebin û lezê nekin.
Berîna berfê li rêbejaya D-100ê li tanga Çiyayê Boluyê jî binavber didome.