Li Çiyayê Boluyê mij û dûman çêbû
Bolu
Mij û dûmana ku li ser rêbejaya D-100î û Otorêya Anadoluyê ya li tanga Çiyayê Boluyê, di hatin û çûyînê da bû sedema tengasiyê.
Li Tunela Çiyayê Boluyê ya li ser rêbejayê, qisma vîyadukan û xaçerêya Abantê yên li ser rêya D-100î û li taxên Bakacak, Karanlikdere û Taşaltiyê yên li herêma Seymenler û Duzceyê mij û dûman çêbû.
Ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê hin cihan heta 35 mêtroyan kêm bû.
Şofêrên ku ji van herêman derbas bûn, li ser rê bi baldarî çûn û hatin.
Polês û ekîbên rêbejayê yên ku li herêmê dixebitin, hişyarî dan şofêran ku ew bilez neçin, wesayîtên xwe li nêzîkî hevdu neajon û bi awayekî şaş ji hevdu derbas nebin.
