Jiyan

Li Ceylanpinarê hejmara xezalên tên parastin zêde dibe

Eşber Ayaydın  | 13.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Li Ceylanpinarê hejmara xezalên tên parastin zêde dibe

Şanlıurfa

 Li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê hejmara xezalên xetere li ser nesla wan heye û lewma jî tên parastin ên li Kargeriya Çandiniya Ceylanpinarê ya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Kargeriyên Çandiniyê (TÎGEM), roj bi roj zêde dibe.

Xezalên ku jîngehên wan li dinyayê li kêm cihan hene, li Tirkiyeyê jî herî zêde li Şanliurfayê populasyona wan zehf e.

Xezalên ku ji stranan ra bûne ilham û her wiha navê xwe dane navçeya Ceylanpinarê (Kaniya Xezalan), ji ber ku jîngeha wan têk çû û xetere ket li ser nesla wan, ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanê sala 1977an biryara parastina wan hat derxistin.

Dema biryara parastinê hat derxistin li kargeriyê 23 xezal hebûn û ji bo van xezalan 850 dekar erd hat terxankirin. Bi demê ra hejmara xezalan gihîşt 668an û her wisa îsal piştî ku bizên, tê texmînkirin ku hejmara wan dê nêzîkî hezarî be.

Şefê Şaxa Sewalan a Ceylanpinarê ya TÎGEMê Gokhan Tukenmez ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku salên 1950yî ji Entabê bigire heya Mêrdînê li devereke berfireh xezal dijiyan, lêbelê ji ber nêçîra bi qaçaxî hejmara xezalan kêm bû û ji ber vê çendê jî ji bo domandina nesla wan, biryara parastinê hatibû derxistin.

Tukenmez diyar kir, ew baş miqatî xezalên ku navê xwe dane navçeyê dibin û wiha dewam kir:

"Li kargeriya me 368 jê nêr, 300 jê mê bi tevahî 668 xezal hene. Niha em di nîvê sezona zayîna xezalan da ne. Em îsal li bendê ne ku 300 xezal bizên. Em di sezona zayînê da wekî 3 vardiye li ber xezalan in û wan dişopînin. Dema xezalek dizê, em hemû pir şad û kêfxweş dibin."

Tukenmez bal kişand ku xezal li çolê diçêrin û her wisa digel vê, ew giha û genim jî wekî alif didin wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın