Li Çanakkaleyê otobus, qemyon û otomobîl li hev qelibîn 8 kes mirin, 20 kes birîndar bûn

Canakkale
Li Çanakkaleyê otobus, qemyon û otomobîl li hev qelibîn, li gor tesbîtên berahî, 8 kes mirin, 20 kes birîndar bûn.
Li ser rêbeja Çanakkale-Ezîneyê otobusa bi plaqeya 17 AHT 624 a Truva Turîzmê, qemyona bi plaqeya 33 ANK 274 a bi êzinga barkirî û otomobîlek li hev qelibîn.
Li ser îxbaran ekîbên tendirustî, îtfaiye, cendirme û polîs sewqî cihê bûyerê kirin.
Waliyê Çanakkaleyê Omer Toraman li ciyê qezayê daxuyanî da rojnamevanan û got ku saet derdora 12.45an, li ser rêbeja Çanakkale-Ezîneyê li texma Anityagê otobus, qemyon û otomobîl li hev qelibîn.
Li gor tesbîtên berahî, 8 kesan canê xwe ji dest da, 20 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan û derbarê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.