Mehmet Yavaş
03 Nîsan 2025•Rojanekirin: 03 Nîsan 2025
Li peravên Ayvacika Çanakkaleyê belema koçberên bêdestûr binav bû, li gorî tesbîtên berahî 5 kes mirin û 25 kes jî hatin rizgarkirin.
Ekîbên ewlekariya peravan îxbar sitand ku li peravên Ayvacikê belemeke ku koçberên bêdestûr tê da bûn, binav bûye.
Ekîban 25 kesên di nava belema lastîkê da rizgar kir, li gorî tesbîtên berahî termê 5 kesan hat derxistin.
Koçberên bêdestûr ên ku hatin rizgarkirin, piştî midaxeleya ekîbên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Balikesîr û Çanakkaleyê.
Ekîbên ewlekariya peravan lêgerînên xwe didomînin.