Li Çanakkaleyê otobus, qemyon û otomobîl li hev qelibîn 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
Canakkale
Li Çanakkaleyê otobus, qemyon û otomobîl li hev qelibîn, li gor tesbîtên berahî, 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn.
Li ser rêbeja Çanakkale-Ezîneyê otobusa bi plaqeya 17 AHT 624 a Truva Turîzmê, qemyona bi plaqeya 33 ANK 274 a bi êzinga barkirî û otomobîlek li hev qelibîn.
Li ser îxbaran ekîbên tendirustî, îtfaiye, cendirme û polîs sewqî cihê bûyerê kirin.
- Walîtiyê daxuyand li gor tesbîtên berahî, 5 kes mirin
Di daxuyaniya Walîtiya Çanakkaleyê da hat ragihandin ku saet derdora 12.45an, li ser rêbeja Çanakkale-Ezîneyê li texma Anityagê otobus, qemyon û otomobîl li hev qelibîn.
Li gor tesbîtên berahî, 5 kesan canê xwe ji dest da, 11 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan û derbarê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
