Jiyan

Li Bîngolê rêbejaya Karliova-Yedîsuyê ya ji ber şepeyê hat girtin vebû

Metin Dere  | 16.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Li Bîngolê rêbejaya Karliova-Yedîsuyê ya ji ber şepeyê hat girtin vebû

Bingöl

Li Bîngolê rêbejaya di navbera navçeyên Karliova û Yedîsuyê da ya ji ber şepeyê ji çûn û hatinê ra hat girtin, bi xebata ekîban vebû.

Li nêzîkî gundê Kizilçubukê yê navçeya Karliovayê dema wesayît derbas dibûn, şepe bi ser rê da hat xwarê.

Ji ber şepeyê rêbejaya Karliova-Yedîsuyê hat girtin û hin wesayît di rê da mehsûr man.

Ekîbên Rêbeja û cendirmeyê bo deverê hatin sewqkirin.

Bi xebata ekîban rê cardin ji çûn û hatinê ra vebû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın