Li Bîngolê midaxele li şewata daristanê tê kirin

Bingöl
Li Genca navçeya Bîngolê ji beja û hewa da midaxele li agirê ku bi daristanê ket tê kirin.
Li navçeyê li devera ku di navbera gundên Servî û Kavakliyê da dimîne, ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn agir bi daristanê ket.
Li ser îxbarê ekîbên îtfaiyeyê yên Midûriyeta Kargeha Daristanê û her wiha Şaredariya Gencê hatin sewqkirin.
Ekîb bi alîkariya şêniyên gundan midaxeleyî şewatê dikin.
Her wiha helîkoptera cendirmeyê jî ji hewa da beşdariya xebatên temirandina şewatê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.