Li Burdurê du wesayît li hev qelibîn, 7 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn
Burdur
Li Burdurê du wesayît li hev qelibîn, 7 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku plaqeya wê 07 BNE 490 û nasnameya şofêrê wê hê nediyar e li ser rêya Antalya-Ispartayê li nêzîkî Tunela Kazakê li wesayîta ku plaqeya wê 34 FF 2118 û nasnameya şofêrê wê hê nediyar e, qelibî.
Li ser cabdayînê cendirme û ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Di daxuyaniya Walîtiya Burdurê da hat ragihandin ku di qezaya trafîkê ya du wesayîtan ya li ser rêya Aglasun-Antalya-Ispartayê li herêma Aşagi Yumrutaşê ya ber bi Ispartayê da, 7 kes mirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "5 welatiyên me yên birîndar rakirin nexweşxaneyên derûdorê. Piştî qezayê li herêmê tevdîrên ewlehiyê yên pêwîst hatin girtin, ekîbên me yên lêgerîn û xelaskirinê, tenduristî û trafîkê xebatên xwe berdewam kirin. Dermankirina welatiyên me yên birîndar li nexweşxaneyan dewam dike. Rê bi awayekî kontrolkirî ji trafîkê ra hatiye vekirin. Rehma Xwedê li welatiyên me yên ku mirin be. Em sersaxiyê didin malbatên wan û ji birîndaran ra jî şîfaya bilez dixwazin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
