Li Boluyê şewata daristanê ji hewa û bejayê va xistin bin kontrolê, xebatên sarkirinê berdewam in

Bolu
Li Mengena navçeya Boluyê şewata daristanê ya ji hewa û bejayê va xistin bin kontrolê û xebatên sarkirinê berdewam in.
Li texma gundê Kiyaslarê duh di saet 15.00an da agir bi daristanê ket. Ji bo vemirandina şewatê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Daristanê 5, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê 7 helîkopter, 57 wesayit û nêzî 200î jî xebatkar hatin peywirdarkirin. Li herêmê danê êvarê şewat xistin bin kontrolê û niha li herêmê xebatên sarkirinê berdewam in.
Bi qasî 20 hektar erdî zirar dît, her wiha li herêmê dem demî pêtên agir sor dibin lê ekîb bi midaxeleyên xwe va alav û êgir vedimirînin, nahêlên gur bibe.
Ji aliyê din va lêkolînên ji bo tespîtkirina sedema şewatê jî dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.