Li Bidlîsê welatiyan wesayîtên xwe yên di binê berfê da mane, bi zehmetî derxistin
Bitlis
Li Hîzana navçeya Bidlîsê welatiyên ku wesayîtên wan di bin berfê da man ji bo ku wan ji binê berfê derxin gelekî ked dan.
Li navçeya ku qalindahiya berfê gihîşt mêtro û nîvekê, wesayîtên li kuçeyan sekinîne seranser bi berfê nixûmîn.
Welatiyan bi zehmetî wesayîtên xwe dîtin û demeke dirêj berfa li ser wan paqij kirin.
Wesayîtên di bin berfê da mane dîmenên balkêş derxistin holê.
Ekîbên berfê paqij dikin jî ji bo ku di hatin û çûyînê da tengasî çênebe, berfa li ser rêyên sereke, kuçe û gundan paqij kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
