Jiyan

Li Bidlîsê sûlavên ava wan gur bûye dîmenên bêhempa derdixin holê

Li navenda Bidlîsê û gundên li ser navçeyê sûlavên ji nav çiya û zinaran dikişin ji ber ku ava wan zêde bûye dîmenên bêhempa derdixin holê.

Türkan Tosun  | 28.05.2020 - Rojanekırın : 30.05.2020
Li Bidlîsê sûlavên ava wan gur bûye dîmenên bêhempa derdixin holê

Bitlis

Piştî ku bihar hat, berf heliya û baran barî ava çem, gol û sûlavan jî zêde bû.

Sûlavên ava wan zêde bû pir gur diherikin.

Wênekêş û xwezahez diçin li van deran wêne û dîmenên xwezayê dikşînin.

Îsmaîl Arabogayê wêneyan dikşîne ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî ku xweza zîndî bû, dîmenên xweştir derketin holê.

Araboga got bajarê Bidlîsê cihekî pir xweş e û wiha axivî: "Bi hatina biharê va hewa xweş bû, av zêde bû. Ji sûlavan dîmenên pir xweş derdikevin holê. Em jî îro hatin ku wêneyan bikşînin. Dîmenên bêhempa yên ku mirov qêmîş nake lê binihêre hene. Em wêneyê wan dikşînin û hewl didin van deran bidin nasîn."

Mamoste Eylem Şengulê jî got ew demên xwe yên vala tê van deran dîmenan dikşîne û wan di arşîva xwe da vedişêre.

Şengul got ew hatine wêneyên xirbeyên Xelatê û sûlavê bikşînin û ji van nîmetan sûdê werbigirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın